PeyamaKurd- Şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner îro li Ankara ya payîtexta Tirkiyê bi serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan re hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de wezîrê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak jî amade bû.
Albayrak di ser hesabê xwe twitterê de mijara hevdîtinê aşkera kir û weha got:
“Ez tevlî hevdîtina serokkomarê me û şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner bûm. Di pey de bi Kushner re bi tena serê xwe me hevdîtinekî kir û mijara me geşepêdanên aborî yên di navbera me de em ê çawa zêde bikin, li serê axifîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin