PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya operasyoneke berfireh a bi navê "Hawkeye Strike"ê de, derbên giran li binesaziya DAIŞê ya li Sûriyeyê xistine. Di operasyonê de zêdetirî 70 hedefên rêxistinê hatin hilweşandin.
CENTCOMê eşkere kir ku ev operasyon wekî bersivek li ser êrîşa 13ê Kanûnê ya li nêzî Palmîrayê (Tedmûr) hatiye destpêkirin. Di wê êrîşê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatibûn kuştin. Operasyon bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê, roja 19ê Kanûnê saet 16:00an (bi dema Amerîkayê) dest pê kir.
Di "Hawkeye Strike"ê de balafirên şer, helîkopterên êrîşê û topxane hatin bikaranîn. Li gorî daxuyaniyê, zêdetirî 100 mûşek û teqemeniyên "rêberiya bi hûrgilî" (precision-guided) li dijî stargeh û çeperên çekan ên DAIŞê hatine avêtin. Hêzên Çekdar ên Urdinê jî bi balafirên xwe yên şer piştgirî dan vê operasyona hevbeş.
Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper girîngiya operasyonê destnîşan kir û got:
Ev operasyon ji bo pêşîgirtina li planên DAIŞê yên li dijî Amerîka û hevalbendên wê pir girîng e. Em ê şopandina çekdarên ku gefê li me dixwin berdewam bikin."
CENTCOMê her wiha ragihand ku piştî bûyera Palmîrayê, wan di 10 operasyonên cuda yên li Sûriye û Iraqê de 23 endamên DAIŞê kuştine an jî girtine. Hat diyarkirin ku di şeş mehên dawî de zêdetirî 80 operasyon li dijî şaneyên rêxistinê hatine lidarxistin da ku rê li ber vejîna DAIŞê bê girtin.