PeyamaKurd – Dewleta Misrê ragihand ku li Sînayê operasyona artêşê dewam dike û 10 kesan ji grûbên terorîst kuştine. Di operasyonan de gelek muhîmmat ketine destê artêşê. Berdevkê artêşa Misrê Garib Abdulhafiz mijarê bi nivîskî weha ragihand
“Li Sîna ya Bakûr me tesbît kir ku hinek terorîst hene û me avête ser ciyê wan. Ew jî bersiva me dan û di encamê de 10 kes ji wan hatin kuştin. Me li ciyê bûyerê gelek çek, cepilxane, teqemenî û cîhazan xist dest û kesekî jî birîndar desteser kir.”
Gelek grûbên çekdar yên weka DEAŞ û rêxistinên din li Sînayê xebatên xwe dikin û gelek caran di navbera wan û artêş an polîsê Misrê de şer dertê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin