Mesrûr Barzanî bi YNK û Goranê re dicive

Mesrûr Barzanî bi YNK û Goranê re dicive

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê erkdarkirî Mesûr Barzanî îro serdana Silêmaniyê dike û ligel aliyên ku biryar e beşdarî kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, dicive.

Li gorî zanyariyên berdest, Serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî îro saet 11:00an li baregeha Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî (YNK) bi şandeke wê partiyê re dicive.

Şanda YNKê ya bi Mesrûr Barzanî re bicive, bi serokatiya endamê Poltburoya YNKê Îmad Ehmed û endametiya her yek Qadir Hemecan, Ednan Heme Mîna û Derbaz Qosret Resûl e.

Herweha Serokwezîrê erkdarkirî îro saet 15:00 li Silêmaniyê bi hejmarek serkirdeyên Tevgera Goranê re dicive.

Duhî 16ê Hezîranê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê erkdarkirî Mesûr Barzanî ragihandibû, pêwîst e aliyên siyasî CV yên namzedên xwe ji postan re amade bikin, ji bo di zûtirîn de me pêkateya kabîneya nehem pêşkêşî Parlemantoya Kurdistanê bike û baweriyê werbigire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin