Pakistan leşker şand Erebistan a Sa’ûdiyê

Pakistan leşker şand Erebistan a Sa’ûdiyê

PeyamaKurd – Hukumeta Pakistanê di çarçoveya peymana Mekkeyê de piştrast kir ku leşkeran şandiye Erebistana Saûdiyê û li wê dere bicîh bûne. Pakistanê got ku wezîfa yekem ya leşkerên Pakistanê parastina axa Erebistanêye û ji bo êrîşa ser Hûsiyên Yemenê ti wezîfeyekî wan nîne.

Berdevkê wezareta karên derve yê Pakistanê Seccad Haydar Xan, ji bo rojnamevenan got jimarekja gelek zêde xebatkarên me yên leşker û alavên leşkerî şandine Riyadê û bicîh kirine. Li ser karên leşkerên Pakistanê berdevk got:

“Leşkerên Pakistane ji bo êrîşê Hûsiyan bikin dê sînor derbas nekin. Wezîfa esasî ya leşkerên me parastina desthilata Erebistana Saûdiye û parastina axa wan e.