PeyamaKurd - Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ragihand ku li ser rewşa dawî xalên peymana aştiyê ya di navbera DYA û Îranê de lihevkirin çêbûye.
Şerîf diyar kir ku ew hay ji hurgiliyên naveroka peymanê hene û welatê wî ligel her du aliyan di nava peywendiyeke nêzîk de ye û niha li ser amadekariyên pêngavên bê kar dikin.
Hêjayî gotinê ye, Berpirsekî astbilind ê rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku di çarçoveya vê rêkeftinê de, Washington dê materyalên nukleerî yên dewlemendkirî yên Îranê teslîm bigire.
Herwiha bal kişand ser nakokiyên navxweyî û got: "Li navxweya Îranê hinek alî hene ku piştgiriya vê peymanê nakin. Herwiha di navbera DYA û Îranê de kêşeyeke mezin a bêbaweriyê heye. Lê belê, gava Îsraîl hemû şertên vê peymanê bibîne, dê jê razî bibe. Îran eger erkên xwe baş bi cih bîne, dê destkeftên wê jî hîn zêdetir bibin."