Papa Franciscus: Ez dixwazim bi Pûtîn re hevdîtinê bikim

Papa Franciscus: Ez dixwazim bi Pûtîn re hevdîtinê bikim

PeyamaKurd-Rêberê Rûhanî yê Katolîkan Papa Franciscus, ragihand ku ew dixwaze bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinê bike. Papa Franciscus encamên şer wekî hovîtiyê pênase kir û da zanîn ku ew di daxwaza hevdîtinê de bi biryar e.

Papa Franciscus, di gotara ku dabû rojnameya Îtaliyan a Corriere della Serayê de bal kişand ser şerê navbera Rûsya û Ukraynayê. Papa Franciscus got: “Ez niha naçim Kievê. Divê ez pêşî biçim Moskowê û bi Pûtîn re hevdîtinê bikim. Ez hest pê tînim ku divê ez biçim. Ez jî keşeyek im, ka dikarim jê pê ve çi bikim?”

Papa di berdewama axaftina xwe de got; “Çawa dibe ev hovîtî nayê rawestandin? Ez di roja yekemîn a şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê de çûm Balyozxaneya Mezin a Vatîkanê ya Rûsyayê û min tika kir ku Rûsya şerê xwe rawestîne. Min di roja 20an a şer de jî bi Kardinal Parolin re peyamek şand Rûsyayê û min got ku ez ji bo çûndina Moskowê guncav im. Lê heta niha jî bersivek ji bo daxwaza me nehatiye dayîn. Her çiqas ez bitirsim ku Pûtîn nexwaze bi min re hevdîtinê bike jî ez ê dîsa daxwaza hevdîtinê bidomînim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin