PeyamaKurd – Parlamentarê HDPê yê bajarê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamentariya wî ji ber dozeke li ser parvekirineke twitterê hatibû xistin û piştre jî ew şandibûn girtîgehê ji nû ve vegeriya parlamentoyê.
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) biryara binpêkirinê li ser doza girtin û xistina parlamenteriya Gergerlîoglu dabû, dadgeha herêmî biryar ji parlamentoyê re şandibû û îro biryar hat xwendin.
Bi xwendina biryarê re Gergerlîoglu ji nû ve vegeriya parlamentoyê û wê erka xwe ya parlamentariyê berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin