Parlamenterê Iraqê: Ti hinceta mayîna hêzên Tirkiyê nema

PeyamaKurd - Parlamenterê Iraqê Elî Bendawî, piştî ku PKKê xwe hilweşand û dawî li şerê çekdarê anî daxuyaniyek belav kir û got, guherîna çalakiyên PKKê bi çalakiyên siyasî, hincetên Tirkiye yên ji bo êrîşan ji holê radike û diyar kir, “Ev pêngava PKKê ji bo aramiya herêmê gavek girînge.”
Elî Bendawî got: “Guherîna çalakiyên PKK bi çalakiyên siyasî, hincetên Tirkiye yên ji bo êrişan ji holê radike. Eşkere ye êdî ti hinceteke hebûna hêzên Tirk a li nav xaka Iraqê nemaye.”
Bendawî bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavan bavêje û got: “Ev pêngava PKKê ji bo aramiya herêmê gavek girînge.”
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




