PeyamaKurd- Piştî hilbijartinên giştî yên pêşwext ên di 2yê Nîsanê de li Bulgarîstanê hatin kirin, Serokomarê Bulgarîstanê Rumen Radev, biryarnameyek destnîşan kir ku yekemîn rûniştina dewra 49an a parlamentoyê, di 12ê Nîsanê de bê lidarxistin.
Di hilbijartinan de ku rêjeya beşdarbûnê ji % 40 mabû, 6 partî û tifaq bi derbaskirina benda ji % 4an, derbasî parlamentoya 240 endamî bûn.
Partiya Hemwelatiyên ji bo Pêşveçûna Ewropayê ya Bulgarîstanê (GERB) ku yek ji serokwezîrên berê Boyko Borisov serokatiya wê dike, bi 69 endaman dê bibe xwedî koma herî mezin.
Hat diyarkirin ku Koalîsyona Demokrat a Bulgarîstanê 64, Partiya Popîlîst a Vizrajdane jî ku alîgirê Rusyayê ye, dê xwedî 37 parlementeran be.
Hereketa Maf û Azadiyan ku piraniya endamên wê Tirk û Misilman in, dê bi 36 parlamenteran di meclîsê de bibe hêza 4emîn.
Partiya Sosyalîst a Bulgaristanê (BSP) ya alîgirê Rusyayê, ku li ser xeta partiya komunîst a berê siyasetê dimeşîne, dê bibe xwedî 23 kursiyên parlamentoyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin