PeyamaKurd – Parlementerê CHPê yê Ankara Adnan Beker ragihand ku bi sedema hesabên şexsî yên nav partiyê û ji ber di nav partiyê de bêhûqûqî heye, ji CHPê îstîfa kir. Beker ragihand ku wê wekî parlementerekî serbixwe wezîfa xwe dewam bike.
Beker, îstîfa xwe nivîskî ragihand. Di îstîfa xwe de rexneyên tund li CHPê kir û li dijî têgihîştina rêvebiriya partiyê kir. Beker got:
“Ez bi xemgînî dibînim ku di nav CHPê de hesabên şexsî û bêhûqûqî desthilate. Di nav şetên heyî de têkoşîna siyasî ya di nav CHPê de bidim, ne ji bo milletê û ne ji bo welat fêda wan nîne. Lewra ji endamtiya CHPê îstîfa dikim.”