Pasdarên Şoreşê: Em ê bi "tundî" bersivê bidin her êrîşê

Dîroka Weşanê :
Pasdarên Şoreşê: Em ê bi "tundî" bersivê bidin her êrîşê

PeyamaKurd – Fermandariya Pasdarên Şoreşê ya Îranê diyar kir ku Tehranê piştî şerê 12 rojan hemû zerar sererast kiriye û kapasîteya hilberîna moşekan zêde kiriye, û ew ê bi tundî bersivê bidin her êrîşekê.

Fermandarê Hêza Hewayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê Îbrahîm Rezayî îro diyar kir ku Tehranê hemû ziyanên piştî şerê 12 rojî bi Îsraîlê re sererast kiriye.

Fermandarê Hêza Hewayî herwiha diyar kir ku hêzên wan niha di asta herî bilind a amadebûnê de ne.

Rezaî diyar kir ku wan kapasîteya hilberîna moşekan zêde kiriye û wê bi tundî bersivê bidin her êrîşekê.

Îbrahîm Rezayî diyar kir, "Hêza Hewayî ya Pasdarên Şoreşê wê bi tundî bersivê bide her êrîşeke li dijî gelê Îranê."