PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan dixwaze ‘Rêziknama Romayê’ bixe ber dengdana parlementoya Ermenistanê û eger parlemento rêziknamê qebûl bike, dê biryarên cezayê dadgeha navdewletî ya cezayê ji bo Ermenistanê qebûl bibe.
Ji ber biryara dadgehê ya girtinê ji bo serokê Rûsyayê Putin heye, eger Putin here Ermenistanê divê wî bigrin. Eger parlementoya Ermenistanê biryara dadgeha navdewletî ya Cezayê qebûl bike, wê Paşinyan biryarnamê îmze bike.
Ermenistan di 1ê Cotmeha 1999an de Rêziknama Romayê di parlementoyê de dide rawestandin. Eger parlemento qebûl bike dema Putin here nav axa Ermenistanê dê wî bigrin ji ber di derbarê wî de biryara desteserkirina dadgehê heye.
Li ser tetbîqata hevpar ya Ermenistanê û Amerîkayê ku niha dewam dike Rûsya Paşinyan tehdîd kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin