PeyamaKurd – Di otoparka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de leşkerek di wesayîta xwe de mirî hat dîtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya derbarê mijarê de Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder da zanîn, li gor saeta herêmî saet 15.30an bi telefonê ji bo kontrolkirina rewşa leşkerekî li otoparkê hat kirin û polêsên Pentagonê hatin cihê bûyerê.
Ryder got, "Polîs diyar kir, leşker di wesayîta xwe de mirî ye. Tîmên Xizmetên Tenduristiyê yên Lezgîn ên Arlington hatin cihê bûyerê û piştrast kirin ku leşkerê navborî mirî ye. Lêpirsîna derbarê mijarê de berdewam dike. Ti detayên din tine ku em karibin parve bikin ji ber ku lêpirsîn berdewam dike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin