Peskov: Em fêrî kêmkirina bandora dorpêçan bûne

Peskov: Em fêrî kêmkirina bandora dorpêçan bûne

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Rûsya bi salan e di bin dorpêçan de dijî û fêr bûye ku bandora van cezayan li ser berjewendiyên xwe kêm bike.

Peskov da zanîn ku ew van biryarên navneteweyî wekî pêngavên neqanûnî dibînin û diyar kir ku egera dirêjnekirina lîsansa veguhastina petrolê ji aliyê Amerîkayê ve ji bo wan tiştekî çaverêkirî bû.

Berdevkê Kremlînê da xuyakirin, Moskow amadekariyên xwe li gorî her cure zextên aborî kiriye da ku zirara li ser aboriya welat bîne asta herî kêm.