PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku pêşnûmeya peymana bi Îranê re hatî çêkirin wê ji Kongreyê re were pêşkêşkirin û nivîs wê di nav çend rojan de ji raya giştî re were eşkerekirin.
Trump di axaftina xwe de li kêleka Civîna Bilind a G7 li Fransayê bi rojnamevanan re tekez kir ku peyman bi eşkere garantî dike ku Tehran di tu şert û mercan de wê çekên navokî negire.
Trump diyar kir ku ew ji bo ramana pêşkêşkirina peymanê ji bo çavdêriyê ji Kongreyê re vekirî ye û ew piştgirî dide pêvajoyê.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ew li bendê ye ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê zû biçe û got, "Di nav du rojan de, nivîsa peymanê wê bi rêya medyayê ji raya giştî re were pêşkêşkirin; nivîsa tevahî ya peymanê wê di civîneke çapemeniyê de were parvekirin." Trump herwiha ragihand ku Tengava Hurmuzê wê heta roja Înê bi tevahî ji bo trafîkê were vekirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku peymana ku bi Amerîkayê re hatî çêkirin dê roja Înê bi fermî bikeve meriyetê. Arakçî diyar kir, "Daxuyaniya ku şer bi dawî bûye hêmana herî bingehîn a qonaxa yekem a vê peymanê ye."
Arakçî behsa aloziyên herêmî û metirsiya pevçûnê bi Îsraîlê re kir û hişyarî da ku her êrîşeke Îsraîlê li ser Lubnanê wê wekî binpêkirina peymana ku bi Amerîkayê re hatiye kirin were hesibandin.