PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ajansa navneteweyî ya Reutersê, Wezîrê Parastinê ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Pete Hegseth, îro ji bo gotûbêjkirina egera firotina firokeyên şer ên F-35an bo Tirkiyeyê, ligel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu tê cem hev.
Ev gava Washingtonê piştî nîşandana karvedan û bertekên tund ên Tel Evîvê rû dide ku li dijî nêzîkbûna Enqere û Washingtonê ya di warê pîşesaziya parastinê de derketibûn. Çavkaniyekî agahdar ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin ji Reutersê re mofeqiyet xistiye ku Hegseth dê di çarçoveya vê serdanê de ligel Wezîrê Parastina Îsraîlê Îsrael Katz jî bicive û di van hevdîtinan de ji bilî dosyeya firokeyên şer, geşedanên dawî yên herêmî û dosyeya Îranê jî bi berfirehî werin nirxandin.
Berî vê civînê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu roja sêşemê di daxuyaniyekê de ji bo kanala nûçeyan a CNNê ya Amerîkayê, bi eşkereyî diyar kiribû ku ew li dijî firotina F-35an a bo Tirkiyeyê ne û ev nêzîkatiya xwe ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî ragihandiye.
Netanyahu di parvekirina xwe de bal kişandibû ser hevsengiya leşkerî ya herêmê û gotibû: "Ev pêngav dê hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn bi tevahî xera bike." Ev hevdîtina lezgîn a Hegseth wekî hewldaneke Washingtonê ya ji bo ragirtina hevsengiyên dîplomatîk û leşkerî yên di navbera hevpeymana wê ya NATOyê (Tirkiye) û hevalbenda wê ya stratejîk (Îsraîl) de tê şîrovekirin.