PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê ragihand ku di serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Cideyê de, bi kompaniya Baykar a berevaniyê re peymana kirîna dronan hatiye îmze kirin.
Li gorî nûçeya SPAyê di merasîma îmzeyê de, Erdogan û Şahnişînê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman jî amadehî kirine û hatiye bi zarê Wezîrê Berevaniya Siûdî Xalid bin Selman hatiye diyarkirin ku dê kirîna balafirên bêmirov ji Tirkiyeyê hêza berevaniya Erebistana Siûdî zêdetir bike.
SPAyê derbarê bihayê peymanê û hejmara dronên bên kirîn de ti agahî nedan.
Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya welatên kendavê de, doh 17ê Tîrmehê çûbû Erebistana Siûdî û di navbera şandên herdu welatan de hejmarek peymanên aborî û bazirganî yên kertên cuda hatibûn îmzekirin.
Dê Erdogan li Îmarat û Qeterê jî bi serok û berpirsên wan welatan re hevdîtinan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin