PeyamaKurd- Piştî bi fermî ragihandina kuştina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney di encama êrîşên esmanî yên DYA û Îsraîlê de, rejîmê rêveberiyek demkî ava kir.
Hate diyarkirin ku ji bo valahiya desthilatdariyê çênebe Ayetullah Alîreza Arafî bi awayekî demkî wekî Rêberê Bilind ê nû hatiye erkdarkirin. Ev biryar di dema ku rageşiya leşkerî li herêmê gihîştiye asta herî bilind de hate girtin.
Arafî kî ye?
Arafî, ku berê wekî Rêveberê Medreseyên Îranê û endamê Civata Pisporan dihat naskirin, wekî fîgurekî dilsoz ê rejîmê tê qebûlkirin. Tê çaverêkirin ku Arafî di vê pêvajoya veguhêz de hevsengiya kar bike heta ku Şûraya rejîmê bi awayekî fermî rêberê nû yê daîmî hilbijêre.
Hêjayî gotinê ye, ev guherîn di siyaset û stratejiya leşkerî ya Îranê de wekî destpêka qonaxeke nediyar û krîtîk tê nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin