Pompeo: Hinek fersend careke tenê têne dest!

Pompeo: Hinek fersend careke tenê têne dest!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi erkdarê Koreya Bakur Kim Yong-çol re hevdîtinek pêk anî û got ku ev hevdîtin ji bo me gelekî feydedar bû.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û yê Koreya Bakur li New Yorkê civîneke girîng pêk anîn. Civînê bi qasî 90 deqîqeyî dewam kir. Piştî civînê Pompeo ji çapemeiyê re axivî û got ku, ez bawer dikim ku em di rêyeke rast de dimeşin. Pompeo wiha dewam kir:

“Ez ê nameya Kim Jong-un bidime Serok Donald Trump. Heke civîna serokan jî baş bimeşe, ev geşedan wê ji bo Amerîka û Koreya Bakur pir baş be. Lewra hinek fersend careke tenê destê mirov.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin