PeyamaKurd- Prensê Erebistana Si’ûdiyê Xalid Bîn Ferhan El Si’ûd ku niha li Almanya dijî, got ku rêvebiriya Si’ûdiyê xwestiye wî birevînin lê biserneketine. Prens ragihandina xwe ji ajansa Almanya ya bi navê DPA yê re kir.
Xalid Bîn Ferhan piştî mijara rojnamevan Cemal Kaşıkçı ji ajansê re weha got: “Rêvebiriya Erebistanê bo min kemîn danî û xwest min birevînin.”
Prens got ku çend roj berya Kaşıkçı wenda bibe, mirovekî min ku li Qahîre dijî, xwe gihande min û got ku bo alîkariya prens çekekî hatiye nivîsandin û weha dewam kir:
“Mirovê min got ku çekê, bo bi min re alîkariyê bike hatiye amadekirin lê bo çekê bistînim diviya ez biçûma balyozxana Erebistanê ya li Qahîrê. Min fam kir ku bo min kemîn hatiye danîn.”
Prens got eger ew biçûya balyozxaneyê, ew kiryarên ku hatine serê Kaşıkçı wê bihatina serê wî jî û ti şika wî di mijarê de tine ye.
DPA ragihand ku hêj balyozxaneya Erebistanê bersiva mijarê nedaye. DPA dibêje ku hukumeta Almanya piştrast kiriye ku tehdîd li ser malbata prens hene û Erebistan ji hukumeta Almanya daxwaza prens kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin