Putin, di navbera sînorê Rûsya-Ûkrayna de herêma tampon ava dike

Putin, di navbera sînorê Rûsya-Ûkrayna de herêma tampon ava dike

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Putin ragihand ku wê di navbera sînorê Rûsya-Ûkrayna de herêmekî tampon ava bike. Putin di wexta bi rayedarên hukumeta Rûsya re li Moskovayê civiya, ragihandina xwe kir.

Putin got ku Ûkrayna İHAyan bikar tîne û êrîşên terorî dike û weha dewam kir:

“Dijmin, bi giştî hedefên wekî dezgeyên sîvîl, malan û mirovên ku wesfên wan yên leşkerî nînin dike hedef. Pêşdeçûnên niha gotinên min piştrast dikin. Artêşa Ûkraynayê bi İHAyan li ambûlansan, makînên çandiniyê û li alavên sîvîl dixin. Êrîş, bêhtir bandorê li herêmên Bryansk, Kursk û Belgorodê dikin.”

Putin got ku bo artêşa Rûsyayê karibe ewlehiya sînor saxlem bike, xebatên xwe dewam dike û weha dewam kir:

“Li seranserê sînor bo ewlehiyê me biryarê da ku herêma tampon ya bi ewle ava bikin. Artêşa me niha wê wezîfê bicîh tîne.”

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.