PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku gotibû "guftûgo pir baş diçin" ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî.
Qalîbaf destnîşan kir ku tevî di navbera her du aliyan de di hûrguliyên peymanê de "mesafeyeke mezin" hebe jî, şandên muzakerekar ên Amerîka û Îranê êdî çêtir û zelaltir hevdu fêm dikin.
Berpirsê Îranê diyar kir ku di muzakereyên ji bo bidawîkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de hinek pêşketin hatine bidestxistin, lê hîn xalên giran û nakok li pêşiya wan in.
Tê çaverêkirin di rojên pêş de gera duyemîn a hevdîtinên rasterast di navbera nûnerên Washington û Tehranê de li Îslamabada paytexta Pakistanê were pêk werin.