PeyamaKurd - Berdevka Qesra Spî Anna Kelly ragihand ku muzakerekarên Amerîkî bi rayedarên Îranî re yên ku niha di nav krîza serkirdayetiyê de ne berdewam dikin.
Kelly destnîşan kir ku Serok Donald Trump di mijara nukleerê de xwedî helwesteke pir zelal e û got: "Em ê ji bo xatirê lezê, peymaneke xirab îmze nekin." Li gorî daxuyaniyê, her peymanek ku were îmzekirin divê di serî de ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê garantî bike û rê li ber her cûre çekên nukleerî yên Îranê bi awayekî mayînde bigire.
Anna Kelly bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê û diyar kir ku danûstankarên wan bi aliyekî re dipeyivin ku "di çareserkirina pirsgirêka serkirdayetiyê de zehmetiyan dikşîne."