PeyamaKurd – Belgefîlmekî ku li Îngilîstanê hatiye weşandin eşkere kiriye ku Qral Charles û Prensê Gallerê William milkên qraltiyê bi kirê dane saziyên giştî û bi milyonan lîre qezenc kirine.
Belgefîlmê “Qral, Prens û Milyonên Wan ên Veşartî”, ku ji hêla Channel 4 û Sunday Timesê ve hatî çêkirin, dahata Qral û Prensê Gallerê ji milkên wan ên kesane kiriye mijara nîqaşê.
Li gorî belgefîlmî, her du duktiyên ku ji hin bacan bêpar in, ne tenê hewcedariyên xwe ji milkên qraltiyê peyda dikin, lê ji bo xêrxwaziyê jî dahatê didin ser hevdu.
Lêbelê, zêdetirî 5,400 milkên sabît ji bo gelek saziyên ku li welêt qeyranê dijîn ji bo xercê têne kirêkirin.
Di nav van kirêdaran de NHS heye ku ji Covid-19ê ve di nav qeyranê de ye.
Li gorî belgefîlmê, Nexweşxaneya Guy's and St Thomasê ya Londonê 11,4 mîlyon sterlîn (nêzîkî 505 mîlyon lîreyê tirk) wekî 15 sal kirê daye depoya ku di destê Duchy of Lancasterê de ye da ku ambûlansên xwe yên elektrîkî bihêle.
Duchy of Lancaster ku milkê şexsî yê padîşah e, ji kabloyên enerjiyê yên ku di erd û peravên wê re derbas dibin herî kêm 28 mîlyon lîre (nêzîkî 1,2 mîlyar lîre) dahatê distîne.
Duktiya Cornwallê ku milkê şexsî yê qrlatiyê ye, ji bo 25 sal kirêkirina Girtîgeha Dartmoorê bi Wezareta Edaletê re bi 37 milyon lîreyî (nêzîkî 1,6 milyar lîreyê tirk e) peyman îmze kiriye.
Duchy of Cornwall, ku di heman demê de xwediyê avahiya Camelford Houseê ya li Londonê ye, cihên li vê avahiyê ji weqfên Marie Curie û Macmilla kirê kiriye ku alîkariya nexweşên penceşêrê dikin û beşdarî lêkolîna penceşêrê dibin.
Duchy of Cornwallê ji bo girêdina keştiyên xwe 1 milyon sterlînî (nêzîkî 45 mîlyon lîreyê tirk e) ji Hêza Deryayî ya Qraliyetê re hesab kir û ji kirêya qereqola agirkujiyê û 6 dibistanên dewletê 1,2 milyon sterlîn (nêzîkî 53 milyon lîre) stendiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin