Rûsya li dijî îtîmala beşdarbûna şer a Amerîkayê tedbîran dîstine

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov hişyarî da ku desttêwerdana Amerîkayê di êrîşên li ser Îranê de dikare aramiya Rojhilata Navîn bêîstîqrar bike.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov li ser îhtîmala beşdarbûna Amerîkayê di şerê Îsraîl-Îranê de ji ajansa nûçeyan a Interfaxê re şîrove kir.
Cîgirê Wezîr Ryabkov hişyarî da Amerîkayê ku beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê nebe û heta "vebijarkên spekulatîf" jî li ber çavan negire. Ryabkov got,
"Em Washingtonê li dijî vebijarkên spekulatîf hişyar dikin. Ev dê gavek be ku dê tevahiya rewşê bi bingehîn bêîstîqrar bike."
"Rewşa di navbera Îran û Îsraîlê de pir krîtîk e"
Serokê Servîsa Îstîxbarata Derve ya Rûsyayê (SVR), Sergei Naryshkin jî got ku rewşa di navbera Îsraîl û Îranê de krîtîk e. Naryshkin destnîşan kir ku Rûsya hem bi nûnerên Îsraîl û Îranê re, hem jî bi servîsên îstîxbaratê yên van welatan re di têkiliyê de ye.
Guman heye ku Amerîka beşdarî êrîşan bibe
Medyaya Amerîkî ragihand ku di civîna Serok Donald Trump û tîma wî ya ewlehiya neteweyî de, hin vebijêrk hatine nîqaşkirin, tevî pêkanîna êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê bi Îsraîlê re.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




