Rûsya: Piştî erdheja bi hêza 8.8 volkana Klyuchevskoy çalak bû

Rûsya: Piştî erdheja bi hêza 8.8 volkana Klyuchevskoy çalak bû

PeyamaKurd- Piştî erdheja bi mezinahiya 8.8 pileyan ku îro danê sibehê li nîvgirava Kamçatka ya Rûsyayê rû da, arpija Klyuchevskoy ku yek ji volkanên herî çalak ên Kamçatkayê ye çalak bû.

Panîka ji ber erdheja bi mezinahiya 8.8 pileyan ku li nîvgirava Kamçatka ya Rûsyayê rû da, berdewam dike. Li girava Kamçatkayê tedbîrên erdhej û tsunamiyê didomin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Beşa Jeofîzîkî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê de hat ragihandin ku volkana Klyuchevskoy a li Kamçatkayê çalak bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li gorî tespîtên destpêkê, li aliyê rojavayê volkanê teqînên mezin û herikîna arpijê hatine dîtin." Ev çalakbûna volkanê bi kamerayên normal û termal hate tespîtkirin.

Ev nivîs 260 car hatiye xwendin.