Neteweyên Yekbûyî ji bo Filistînê çareseriya du dewletî ya ser bingeha sînorên 1967an xwest

PeyamaKurd- Îro 30yê Tîrmehê di Konferansa Navneteweyî ya Asta Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Çareseriya Aştîyane ya Pirsgirêka Filistînê û Pêkanîna Çareseriya Du Dewletî de, Danezana New Yorkê hate weşandin.
Danezan ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û Yekîtiya Ereban ve hate îmzekirin. Di daxuyaniya danezanê de, êrîşên Îsraîlê yên li ser sivîl û binesaziya sivîl li Xezeyê, dorpêçkirina bajêr û birçîbûn hatin şermezar kirin. Hate tekez kirin ku van êrîşan felaketek mirovî ya wêranker anîne holê.
Welatên wekî Fransa, Erebistana Siûdî, Brezîlya, Kanada, Misir, Endonezya, Îrlanda, Îtalya, Japonya, Urdun, Meksîka, Norwêc, Qetar, Senegal, Spanya û Brîtanya jî beşdarî vê daxuyaniyê bûn.
Danezanê bal kişand ser pêwîstiya bidawîkirina bilez a şerê li Xezeyê û vekişîna tam a hêzên Îsraîlî ji herêmê.
Hate tekez kirin ku piştevaniya ji bo pêkanîna çareseriya du dewletî li ser bingeha sînorên 1967an, di nav de Quds jî, bi awayekî ku Filistîn û Îsraîl wekî du dewletên demokratîk û serwer, bi aştî û ewlehiyê li kêleka hev bijîn, didome.
Di vê çarçoveyê de, mafê gelê Filistînê yê çarenûsa xwe hate piştrastkirin û hate gotin ku endametiya tam a dewleta Filistînê di Neteweyên Yekbûyî de, hêmanek bingehîn a çareseriya siyasî ya ji bo bidawîkirina pevçûnê ye û dê entegrasyona herêmî ya tam pêkan bike. Di dawiyê de, li ser şerhê Tirkiyeyê hate gotin ku danîna çekan a komên çekdar ên Filistînî tenê di çarçoveya dewleteke Filistînê ya serbixwe, serwer û xwedî yekîtî de, li ser bingeha sînorên 1967an, û bi paytexta Qudsa Rojhilat, mimkun e.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.





