Sedemên helwesta dijminane ya Ereban bo Kurd û Durzîyan çi ne?

Sedemên helwesta dijminane ya Ereban bo Kurd û Durzîyan çi ne?

PeyamaKurd- Helwesta dijminane ya Erebên Sûriyê li hember Kurdan, çi li hundirê welêt be çi jî li diyasporayê berdewam dike. Ev ne tenê rewşeke civakî ya aloz nîşan dide, di heman demê de wekî encama berdewama polîtîkayên sîstematîk ên rejîma berê ya Baasê ye û herwiha bandora komên îslamîst ên niha bûne deshilatdarên Sûriyê ye.

Di nava Sûriyê de, bi salan e ku Kurd rastî zordarî û asîmîlasyonê dihatin. Polîtîkayên wekî "Kembera Erebî" ku armanca wê guhertina demografiya herêmên Kurdî bû, qedexekirina zimanê Kurdî û nebûna nasnameya hemwelatîbûnê ji bo hezaran Kurdan, nîşan dide ku dewleta Sûriyê bi awayekî sîstematîk li dijî hebûna Kurdan tevgeriyaye. Ev polîtîka, nefreteke kûr di nava beşek ji civaka erebî de li hember Kurdan çêkiriye ku niha piştî ruxîna rejîma Esed jî Kurdan hê jî wek gefekê li ser yekîtiya neteweya Ereb û axa Sûriyê dibînin.

Diyaspora û dubendiyên kûr

Rewşa li diyasporayê jî ne cudatir e. Çend roj berê li Viyanayê Kurd û Druzî ji bo bîranîna qurbaniyên Siwêdayê kom bûn û rastî êrîşa tund a komek erebên Sunnî yên koçberên erebên Sûriyê hatin.

Wan kesên êrîşî girseyê kirin, yirûşmên wekî "Hûn beraz in!" û "Ajanê Siyonîst!" ne tenê nefretê nîşan didin, lê di heman demê de tawanbarkirinên bêbingeh nîşan dan ku ji kîneke wan kûr a olî û neteweperestî li dijî Kurd û Durziyan hene.

Di diyasporayê de, ku divê bibe cihê pêkvejiyana çandan û rêzgirtina ji cudahiyan re, ev helwesta dijminane dubendiyên heyî kûrtir dike û dibe sedema zêdebûna alozî û pevçûnan di navbera civakên cuda de. Ev yek nîşan dide ku pirsgirêka nefretê ji sînorên Sûriyê derbas bûye û di nava diasporayê de jî bi rengekî çalak berdewam dike.

Armanca HTŞê avakirina dewleteke Îslamî ya bê mafên kêmîneyan e

Ev helwesta dijminane ya beşek zêde ya erebên Sûriyê li hember Kurdan û Durziyan bi giranî ji nêrînên olî û neteweperestî tê ku gelek komên erebên Sunnî, nemaze yên tundrew, Kurdan wekî "şeytan" an jî "kafir" dibînin.

Ev nêrîna olî, bi netewperestiya erebî dixwaze serdestiya çand û nasnameya erebî ferz li ser pêkhate û kêmîneyên din ên Sûriyê ferz bike. Ji bo wan, her komek ku ji vê çarçoveyê derkeve, wekî gefek li ser hebûna "neteweya erebî" tê dîtin. Ev yek bi taybetî di helwesta komên cîhadî yên wekî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de tê dîtin, ku armanca wan avakirina dewleteke îslamî ya ku tê de mafên kêmneteweyan tunebe ye.

Ereb hêzên Kurdan wekî dagirker dibînin

Şerê navxweyî yê Sûriyê û avakirina rêveberiya xweser a Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, alozî di navbera Kurd û Ereban de zêdetir kiriye. Gelek erebên Sunnî, nemaze yên ku ji herêmên di bin kontrola Kurdan de koçber bûne, rêveberiya Kurdan wekî hêzeke dagirker an jî dabeşker dibînin. Herwiha, hin komên ereb ji ber piştgiriya hin hêzên navdewletî ji Kurdan re, wan bi "xayintî" û "ajanî" tawanbar dikin.

Ji bo çareseriyeke aştiyane çi pêwîste?

Encamên vê helwesta dijminane li ser civaka Kurd li hundirê Sûriyê û diyasporayê giran in. Kurd di gelek waran de rastî cudakarî, tundûtûjî û marjînalîzasyonê tên. Di warê siyasî de, ev dijminatî rê li ber çareseriyeke aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd li Sûriyê digire. Di warê civakî de, ew hevgirtina di navbera civakên cuda de xira dike û rewşeke herdemî ya tengezarî û bêbaweriyê diafirîne. Ji bo pêşerojeke aştiyane li Sûriyê, pêwîst e ev nefret û cudakarî ji holê bê rakirin û rêzgirtina ji cudahiyên etnikî û olî re bibe bingeh.

Danûstandinên bo Sûriyeya nû yên bi taybet bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi deshilata Şamê re, nîşan dide ku Kurd vê carê dixwazin mafên xwe misoger bikin, lê hê jî ew nêrîna ku Kurd nebin xwedî maf û rêveberiyên xweser berdewam dike. Her çiqas mafên rewa yên Kurdan bi devkî niha nayên redkirin jî hê jî deshilata nû ya Şamê nêzî misogeriyên yasayî û mayînde bo mafên neteweya Kurd nabe.

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.