Pizişkiyan: Di mehên Îlon û Cotmehê de av di bendavan de namîne

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku krîza avê ya li welêt gihîştiye asteke cidî û got, "Eger em nekarin vexwarina avê birêve bibin, di mehên Îlon û Cotmehê de av di bendavan de namîne."
Pizişkîyan di civîna Encumena Plansaziya Parêzgehê ya Zencanê de, diyar kir ku daneyên heyî yên li welêt nîşan didin ku di çavkaniyên avê de kêmbûnek cidî heye û pêvajoya ziwabûnê zêde bûye û got, "Hemû dane kêm bûne. Çavkaniyên me kêm dibin û em ber bi ziwabûnê ve diçin. Heger em nekarin vexwarina avê birêve bibin, di mehên Îlon û Cotmehê de av di bendavan de namîne. Ev jî dê li seranserê welêt bibe sedema pirsgirêkên cidî."
Hêjayî gotinê ye, di serî de Tehran li seranserê Îranê krîza avê derketiye ku welatî jê bêzar bûne û dest bi protestoyan kirine.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




