Şaredariya CHPyî Komeleya Avesta ya Zimanê Kurdî mohr kir

Şaredariya CHPyî Komeleya Avesta ya Zimanê Kurdî mohr kir

PeyamaKurd – Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ya ku li navçeya Konakê ya Îzmîrê kûrsên zimanê Kurdî pêşkêş dike, ji aliyê zabitayên Şaredariya navçeya Konakê ya di bin rêveberiya CHPyê de hat mohrkirin.

Li gorî Ajansa Welat, zabitayên Şaredariya Konakê bi hinceta “nebûna ruhsatê”  îro bi ser komeleyê de girt û deriyê wê mohr kirin.

Hevserokê komeleyê Ramazan Kaygisiz bertek nîşanî vê yekê da û got: “Di demekê de ku behsa aştiyê tê kirin, şaredariya CHPyî bi zabitayên xwe deriyên komeleya me mohr kir. Bi rastî, zimanê Kurdî hatiye mohrkirin.”

Kaygisiz bang li rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan kir da ku li dijî vê rewşê helwêstê nîşan bidin.

Derbarê Komeleyê de

Komeleya Avestayê ji sala 2018an ve li Îzmîrê kûrsên zimanê Kurdî organîze dike. Ev kûrs serê hefteyê 2 caran pêk tên.

 

Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.