Zêdetirî 700 karmendên YE nameyek nivîsandin: Zextê li ser Îsraîlê bikin!

Zêdetirî 700 karmendên YE nameyek nivîsandin: Zextê li ser Îsraîlê bikin!

PeyamaKurd - Çalakiyên li ser Xezzeyê li YEyê diqewimin. Zêdetirî 700 karmendên ku di saziyên YEyê de dixebitin ji Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen û Nûnera Bilind a YEyê ya Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Kaja Kallas re name nivîsandine da ku li dijî polîtîkayên Îsraîlê yên li Xezzeyê nerazîbûnê nîşan bidin.

Di nameyê de ji bo ku alîkariya mirovî bikeve Xezzeyê zext li Îsraîlê hat kirin. Li gorî nameyê, ku ji hêla televîzyona El Cezîreyê ya li Qeterê ve hatî bidestxistin, zêdetirî 700 îmzekaran daxwaz kirin ku hemî deriyên bejahî ji bo radestkirina kelûpelên bingehîn werin vekirin û destûr bê dayîn ku keştîyên alîkariya mirovî bikevin lengergehê.

Di nameyê de wiha hat gotin, "Nayê destûrkirin ku Îsraîl peymanek din paşguh bike û bêrêziyek din li hember Yekîtiya Ewropayê nîşan bide." Îmzekaran tekez kirin ku YE hevkarê bazirganî yê herî mezin ê Îsraîlê ye û ji ber vê yekê di daxwaza pabendbûna bi qanûna mirovî ya navneteweyî de bandorek girîng heye.

Di nameyê de herwiha çend tedbîrên berbiçav li dijî Îsraîlê hatin pêşniyar kirin. Ev tedbîr cezayên hedefgirtî li dijî kes û rêxistinan, bi taybetî rêberên Îsraîlî, yên ku rê li ber gihîştina alîkariya mirovî digirin; rêberiya hewldanek navneteweyî ya bi NY re ji bo avakirina korîdorên mirovî yên ewle li Xezzeyê; û rawestandina têkiliyên dîplomatîk bi Îsraîlê re vedihewîne. Serokatiya me ya exlaqî û pêbaweriya me niha bi avêtina gavên wêrek û prensîbî ve girêdayî ye."

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.