Hûsiyan bi moşekek balîstîk êrîşî balafirgeha Tel Avîvê kirin

PeyamaKurd - Ji Yemenê êrîşeke moşekî li dijî Îsraîlê hat kirin. Yahya Serî, berdevkê leşkerî yê Hûsiyên ku Îran piştgirî dike, diyar kir ku wan bi moşekek balîstîk a hîpersonîk a Filistîn-2 êrîşî Balafirgeha Ben Gurion a nêzîkî Tel Avîvê kirine û êrîş serkeftî bûye.
Serî ragihand ku Îsraîlî ji ber êrîşê reviyan stargehan û geştên li balafirgehê hatine rawestandin. Wî diyar kir ku êrîş ji bo piştgiriya gelê Filistînê û bersivek ji bo Îsraîlê bû, ku li Şerîda Xezzeyê sûcên qirkirinê dike.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku moşekek balîstîk a ku ji hêla Hûsiyan ve li Yemenê hatiye avêtin ji hêla pergalên parastina hewayî ya wê ve hatiye astengkirin û li gelek deveran alarm hatine çalak kirin.
Hûsiyan doh ragihand ku wan bi wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) bajarên Tel Avîv û Askalan (Aşkelon) û herêma Çola Negev (Nakab) li Îsraîlê hedef girtine û di 29ê Tîrmehê de, wan bi moşekên balîstîk Balafirgeha Ben Gurion hedef girtine.





