Ji 25 welatan hişyarî: Îran hewl dide muxalîfên derveyî welat bikuje û birevîne

Ji 25 welatan hişyarî: Îran hewl dide muxalîfên derveyî welat bikuje û birevîne

PeyamaKurd- Amerîkayê û welatên Ewropayê dane xuyakirin ku Îran hewl dide muxalifên xwe yên li welatên wan bicih bûne bikuje û birevîne.

Di daxuyaniya hevpar a Amerîka, Awusturya û hinek welatên din ên endamên NATO û Ewropayê de, hate gotin ku servîsên îstixbaratê yên Îranê planan dike ku li Ewropa û Bakurê Amerîkayê mirovan bikuje û birevîne.

Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn û hate diyarkirin, “Servîsên îstixbaratê yên Îranê bi awayekî eşkere serweriya me binpê dike û li hember hewldanên kuştin û revandina mirovan em û muxalefeta xwe dibin yek.

Ev servîs ji bo li Ewropa û Bakurê Amerîkayê rojnamevanan, muxalifan, welatiyên cihû, rayedarên niha û yên berê bikin hedef, bi rêxistinên tawanan yên navnateweyî re hîn zêdetir hevkariyê dikin.”

Di binê daxuyaniyê de îmzeyên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Albanya, Belçîka, Kanada, Çekya, Denmark, Fînlanda, Almaya, Hollanda, Spanya, Siwêd, Awusturya û 11 welatên endamên NATOyê cî girt.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.