Pûtîn: Hêvîşikestina Trump ji bendewariyên mezin tê

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû, “Ji ber berdewamkirina şerê Ukraynayê ez hêvîşikestî kirim” got: "Hêvîşikestin, ji bendewariyên zêde tên."
Pûtîn, li bajarê St. Petersburg ê Rûsyayê bi Serokê Belarusê Alexander Lukaşenko re civiya.
Serokê Rûsyayê, li ser daxuyaniyên dawî yên Trump û Şerê Rûsya-Ukraynayê axivî.
Pûtîn, gotinên Trump ên "bêmane" û "rewşeke xirab" yên li ser êrîşên dawî yên Rûsyayê li ser Ukraynayê şîrove kir û got: "Hêvîşikestin, ji bendewariyên zêde yên mirovan tên. Ev tiştekî naskirî ye."
Paşê Pûtîn behsa danûstandinên aştiyê yên li Stenbolê kir û got, "Herçend me ji danûstandinan tu encam negirt jî, ez dixwazim bînim bîra we ku li gorî bandora me ya yekem, bertekên Ukraynayê erênî bûn. Bendewariyên me yên erênî derbarê berdewamiya pêvajoyê de hene."
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




