Mesrûr Barzanî Cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê cejna Çileya Havînê li tevahiya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Di peyama xwe de, wî soza piştgiriya domdar a hikûmetê ji bo maf û daxwaziyên rewa yên civaka Êzidî dubare kir. Barzanî weha got:
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin."Ez cejna Çileya Havînê li hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê, Mîrê Êzidiyan, Baba Şêx û Civata Ruhanî bi dilgermî pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn bi şahî û aramî derbas bibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim piştgiriyê dide mafên Êzidiyan û ji bo pêşerojeke geş a wan dilsoz e.
Herdem di xweşiyê de bin."





