Di şeva desthinê de pevçûn: 15 kes birîndar bûn

Di şeva desthinê de pevçûn: 15 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Sêwasê li taxa Alibaba di şeva desthinê de di navbera her dû malbatan de pevçûn derket û bi kêra li hev xistin. Di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Pevçûn, seet li dora 22.30an de ji ber ku ji terefê zavê zortekî çû terefê bûkê û ket govendê çêbû. Pevçûn di kuçê de dewam kir. Polîs mudaxeleyê pevçûnê kir û tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana Nûmûnê û nexweşxana Tibê ya Zanko ya Cumhuriyetê.

Ji birîndaran 2 kes di beşa hûrlênêrînê de ne û yên din li beşên normal tênd dermankirin. Hatiye ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Lêpirsîna polîs ya li ser bûyerê dewam dike.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.