Nêzî Mizgefta Reqayê şebekên maddeyên hişbir pevçûn

Nêzî Mizgefta Reqayê şebekên maddeyên hişbir pevçûn

PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Raqayê li taxa Seyfu’d-Dewle, nêzî mizgefta kevin di navbera şebekeyên malbatên "El-Xarbi" û "El-Rafi" de ku maddeyên hişbir difroşin, vê êvarê şerekî dijwar qewimî.

Li gor çavkaniyên SOHRê; di şer de ji her dû terefan gelek kes birîndarin û sîvîl ketin talûkê û hem panîkê. Bineciyên wê derê gelek caran bang kirine rayedarên wê derê ku dawiyê li bûyerên weha bînin.

Li gor rêjeyên SOHRê; ji serê sala 2025an heya niha, li deverê di pevçûnan û şerên eşîretan de 39 kes mirine.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.