Îranê 3 kesan îdam kir

Îranê 3 kesan îdam kir

PeyamaKurd – Dewleta Îranê di zîndana Tebrîzê de kesekî û di zîndana Meşhedê de jin û mêrekî îdam kir.

Li Îrane daraz û hêzên asayîşê bi biryara dadgehê an ne bi biryara dadgehê, her roj kesan îdam dike, li wan dixe, wan birîndar dike û dema wan desteser dike wan dibe ciyên nediyar û ti carê malbatên wan agahdar nake. Hem kêm îdamekî bikeve ser medyayê.

Li gor Hengawê; daraza Îranê li Tebrîzê di zîndana navendê de kesê bi navê Yusuf Amiri bi sedema bi zanîn mirov kuştiye berê cezayê îdamê dabûnê û roja Çarşema borî di zîndanê de hat îdamkirin.

Li bajarê Meşhedê di zîndana navendê de jin û mirovekî hatin îdam kirin. Jin a bi navê Mahtab Bayati û zilamê bi navê Ali Eşref Xanî bi sedema sûcên maddeyên hişbir, bi cezayê îdamê hatibûn cezakirin û di 31 Temmûzê de an ku roja Pêncşemê di zîndana Wekilabadê an ku ya navenda Meşhedê de hatin îdam kirin.

Îdamên ku tên kirin, ti carê di medya dewletê de agahiyên wan cîh nagrin.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.