Li Potekîzê di hefta dawî de 264 kes ji ber germê can dan

Li Potekîzê di hefta dawî de 264 kes ji ber germê can dan

PeyamaKurd – Li Ewrûpayê li welatê Portekîzê di nav vê hefta dawiyê de ji ber germê 264 kes mirin. Rêje ji aliyê Rêvebiriya Giştî ya Tenduristiya Potekîzê (DGS) de hat dayîn.

Hukumeta Potekîzê ji ber pêlên nû yên germê, hawarê li dar xist û ji bo şewatên daristanan tedbîran sitend. DGSê ragihand ku germa zêde bi taybetî ji bo ew kesên ku nexweşînên wan yên kronîk hebûn û yên temenên wan di ser 75an de bûn, bûn sedema mirina wan.

DGSê her weha got ku germ weha dewam bike, wê di mirinan de %21,2 zêdetir mirin bibin. Pêlên germa nû bi taybetî wê di 3-7ê Tebaxê de çêbibe. Wezîrê kar û barên navxwe yê Portekîzê di civîna çapemeniyê de got:

“Germa ku zêde dewam dike, nisbeta hêmiya kêm û talûka şewatên daristanan ji ber germê, em mecbûr man ku em van biryaran bidin. Hefta pêşiya me wê zahmet be.”

Wezîr Amaral ragihand ku ketina sehayên daristanan, vêxistina agir di daristan û gundan de, xebatên bi makînan hatine qedexekirin, avêtina fişekêm hewayî û bikaranîna cîhazên piroteknik qedexeye û hemû dezgeyên ku bi têkoşîna bi şewatê re têkilldarin, îzna wan hatiye betalkirin.

Wê dereca germê ji siba û pê de lis eranserê welat bigihê 40 dereceyan û heta zêdetir jî. Dibe ku heman talûke bigihê Îspanyayê jî.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.