Hindistan, di gel tehdîdên Trump wê ji Rûsyayê petrolê bikire

Hindistan, di gel tehdîdên Trump wê ji Rûsyayê petrolê bikire

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihandibû ku ji ber Hindistanê ji Rûsyayê petrolê dikire wê baca gumrikê %25 ji Hindistanê bistîne, Hindistanê got ku wê dewam dike û ji Rûsyayê petrolê bikire. Rayedarên Hindistanê ragihandin ku wê di mijarê de guherîn nebin û behsa girîngiya peymanên bo wextên dirêj kirin.

Ragihandina nûçeyê ji aliyê New York Times'ın (NYT)ê de hat kirin ku çavkaniya nûçeya xwe dibe ser 2 rayedarên Hindistanê. Rayedar gotine ku tevî tehdîdên Trump heya niha ji payîxtexta Hindistanê ji Delhi ya Nû ji bo nekirîna petrolê ya ji Rûsyayê ti ferman nehatiye û gotine:

“Peymanên weha yên amadekirinê, di nav wan de xal hene ku ne mumkune di şevekî de bên betalkirin, Peyman ji bo wexta dirêje û di nav wan de rastkirinên lojîstîk hene.”

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.