JP: Sererkanê Îsraîlê serdana Washingtonê betal kir

PeyamaKurd- Rojnameya The Jerusalem Postê bi zarê çavkaniyên Îsraîlî ragihand, Zamir serdana xwe ya Washingtonê bi pêşketina di misogerkirina agirbesteke mayînde ya li Xezeyê ve girêdabû lê ev yek pêk nehatiye û serdana roja Sêşema bê hatiye betalkirin.
Di nûçeyê de hat gotin ku armanca biryara betalkirinê ew e ku nîşan bide “berpirsyariyên exlaqî û operasyonel li pêşiya bernameyên payebilind ên dîplomatîk in.”
Hate destnîşankirin ku ev peyam helwesteke nerasterast e ji bo wan îdiayên ku dibêjin Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji bo parastina paşeroja xwe ya siyasî bi qestî rê li ber lihevkirinên bidawîkirina şer digire.
Artêşa Îsraîlê heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedaye.
Biryar bû Zamir di çarçoveya serdanê de li Floridayê beşdarî merasîma xatirxwestina General Michael Erik Kurillayê ku dê ji erka xwe ya li navenda Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) veqete, bubûya.
Herwihawê Zamir li Washingtonê bi rayedarên payebilind ên parastin û îstixbaratê, nûnerên îstixbarata leşkerî û CIAyê û nûnerên hinek rêxistinên Cihûyan re jî hevdîtin bikira.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




