Li Îranê erdhejeke bi hêza 5.4 çêbû

Li Îranê erdhejeke bi hêza 5.4 çêbû

PeyamaKurd – Erdhejek bi hêza 5.4 li parêzgeha Kermanê ya li başûrê Îranê çêbû.

Li gorî daxuyaniyek ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, navenda erdhejek bi hêza 5.4 li bajarê Zehkelut li parêzgeha Kermanê bû.

Erdhej di saet 8:36ê sibehê de bi dema herêmî hate tomarkirin.

Erdhej di kûrahiya 28 kîlometreyan de çêbû û tu agahî li ser qurbaniyan nehatine dayîn.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.