Peywira Şaredarê CHPyî yê Semsûrê lê hat vegerandin

Peywira Şaredarê CHPyî yê Semsûrê lê hat vegerandin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku Şaredarê bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, Abdûrrahman Tûtdereyê ku di 10ê Tîrmeha 2025an de ji peywira xwe hatibû bidûrxistin, ji nû ve li peywira xwe hatiye vegerandin.

Wezaretê diyar kir ku piştî ku kontrola dadweriyê hatiye rakirin ku ew pê di hepsa malê de bû, peywira wî careke din lê hatiye vegerandin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyana wezaretê de weha hat gotin:

"Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdereyê ku ji ber sûcê 'zordariyê' hatibû girtin û paşê bi şertê 'derneketina ji malê' hate berdan. Di 10.07.2025an de, li gorî xala 127emîn a Destûra Bingehîn û xala 47emîn a Qanûna Hejmar 5393yê, wekî tedbîrek demkî ji peywira xwe hate bidûrxistin.

Piştî rakirina kontrola edlî ya derneketina ji malê ya ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6emîn a Stenbolê ve, ku di 25ê Tîrmeha 2025an de hatibû kirin, û bi Biryara Kar a Guherandî ya Hejmar 2025/8494, Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdereyê ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî ve li peywira xwe hatiye vegerandin." 

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.