Li Siwêdayê şer hîn didome: di 24 saetan dawî de 4 şervanên Durzî can da

PeyamaKurd – Li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê, şer û pevçûnên di navbera komên Durziyên herêmî û hêzên rejîmê de didomin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 24 saetên dawî de 4 şervanên Durzî jiyana xwe ji dest dane, di nav wan de yek di êrîşa dronê ya roja Yekşemê de birîndar bûbû û duh Duşemê jî jiyana xwe ji dest da, û du kesên din li xeta Rîma Hazem hatin kuştin. Her weha, 5 leşkerên rejîmê di êrîşên çekdarî yên li ser çeperên leşkerî li derdora bajarê Siwêdayê de hatin kuştin. Bi vî awayî, hejmara qurbaniyên pevçûnên ji 3yê Tebaxê ve gihîştiye 9 kesan.
SOHR ragihand ku ji 13ê Tîrmehê ve, 1520 kes di pevçûn, bidarvekirin û êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li Siwêdayê jiyana xwe ji dest dane.
Îro, qutbûneke giran a ragihandin û înternetê li seranserê Siwêdayê çêbûye ji ber xirabûna kabloya fîber optîk û qutbûna elektrîkê. Tenê xizmeta înternetê ya bi satelîtê peyda dibe, lê rayedaran hîn daxuyanî nedane, ku ev yek fikaran di nav gel de zêde kiriye.
Korîdora mirovî ya Bosra el-Şam, di navbera Dera û Siwêdayê de, ku duh ji ber pevçûn û binpêkirinên agirbestê hatibû girtin, îro ji nû ve hate vekirin. Ev korîdor ji bo tevgera sivîlan û gihandina kelûpelên bingehîn girîng e, lê girtina wê berê bûbû sedema qerebalixî û derengketinê.
Li gundên rojavayê Siwêdayê, li bajarokê Arayê, pevçûn dîsa gurr bûne, dema hêzên hikûmeta demkî bi çekên giran gulebaran kirin. Piştî destwerdana hêzên garantor, şer demkî rawestiya. Her weha, bajarokê Arîqa bi hawan û çekên giran hate hedefgirtin. Duh, hêzên "Ewlehiya Giştî" yên rejîmê ji eniya Kanaker ve êrîşî Rasasê kirin, ku metirsiya hilweşîna agirbestê zêde kiriye.
Li gorî SOHRê, ji 13ê Tîrmehê ve 1520 qurbaniyên şer hene ku lîsteya wan weha ye: 723 kes ji Siwêdayê (164 sivîl, di nav wan de 21 zarok û 56 jin), 474 leşkerên rejîmê, di nav wan de çekdarekî Lubnanî, 40 kes ji eşîrên bedewî, 15 kes di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de,
3 kes di êrîşên Îsraîlê li Şamê de, di nav wan de jinek, 2 çalakvanên medyayê
300 kes, di nav de 17 jin û 10 zarok, ji aliyê rejîmê ve hatin îdamkirin: 3 sivîlên bedewî, di nav wan de jin û zarokek, ji aliyê komên Durzî ve hatin îdamkirin.





