SOHR: Li Sûriyê di 5 mehan de 3.278 kes hatin kuştin

SOHR: Li Sûriyê di 5 mehan de 3.278 kes hatin kuştin

PeyamaKurd- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bûyerên li Perava Sûriyeyê û Siwêdayê jî di nav de di 5 mehan de kuştina 3 hezar û 278 kesan li Sûriyê belge kir.

Hate diyarkirin ku ev jimar ji destpêka adara sala 2025an û heta dawiya meha tîrmehê digre nava xwe.

Li gorî SOHRê, hejmara zêde ya kuştiyan li herêma Perava Sûriyeyê û bi taybet li Laziqiyê, Tertûs, herwiha Humis û Hemayê pêk hatine. Gelek ji bûyerên kuştinê, îdama meydanî bûn. Herwiha gelek bûyerên kuştin û revandina jin û zarokan jî hatine hatine belgekirin.

Li gorî jimarê ji komkujiya li Perava Sûriyê û heta bûyerên Siwêda ya li dijî Durziyan hejmara kuştiyan gihiştiye 3 hezar û 278an. Ji wan 46 zarok û 98 jin hemû li Peravê, Humis, Hema û Siwêdayê pêk hatin.

Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.