SOHR: Eger Rojava bi Şamê re li hev neke, dibe Tirkiyê ji xwe re bike alternatif

SOHR: Eger Rojava bi Şamê re li hev neke, dibe Tirkiyê ji xwe re bike alternatif

PeyamaKurd - Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) xeberekî belav kir û xebera xwe bir ser çavkaniyekî taybet û got:

“ Serpereştên Rêvebiriya Xweser yên Rojava di nav xwe de li ser muzakereyên ku bi Şamê re dimeşînin diaxifin û dibêjin eger bi Şamê re li hev nekin, li ser bijarteya xwe nêzkirina Tirkiyê diaxifin. Di nav bijarteyan de tevlîbûna Tirkiyê jî heye.”

Hinek çavkanî jî dibêjin ku Tirkiye naxwaze HSD û Şam li hev bike ji ber Tirkiye dixwaze HSDê bikşîne aliyê xwe û Tirkiye HSDê wekî hevkarekî xwe yê potansiyel dibîne. Dibe ev plan bibe perçeyekî ji vizyona "Misak-i Milli”. Li gor analîza xeberê tê gotin:

“ Dibe pêvajoya aştiyê ya navbera serokê PKKê Abdullah Öcalan û Ankara bi vê stratejiyê re têkildar be, ji bo mêzêna bakûrê Sûriyê amadekariyekî siyasî û stratejîk be.”

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.