Lastîka hewa dixistinê teqiya: Kesekî can da

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Ixdirê li kargehekî lastîka ku hewa dixstinê, bi sedema zêde hewa berdanê teqiya û di encamê de kesekî mir.
Li kargehê beton û bims tê hilberîn û karkerê bi navê Faruk Aycil xwest lastîka ku hewayê dixinê kontrol bike. Di wexta kontrolê de lastîk bi dengekî mezin teqiya û Faruk Aycil bi bandora teqînê re bi hewa ket û ket jêr.
Dîmenên bûyerê ketin ser kamera kargehê û li ser qezayê telefonê dan tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxana dewletê ya bajarê Ixdirê.
Aycil, li nexweşxanê tevî doktore mudaxele kirin jî jiyana xwer ji dest da.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




