Mezlûm Ebdî: Divê Tirkiye helwêsta xwe ya li dijî me biguherîne

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di axaftineke xwe de bi rojnameya Indian Expressê re, daxuyaniyeke giring da û got ku Sûriye niha li pêşiya şansekî dîrokî ye ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û nenavendî.
Ebdî ragihand ku di çarçoveya peymana ku di 10ê Adara 2025an de ya bi hikûmeta Şamê re hatiye çêkirin, li ser yekkirina HSDyê û artêşa Sûriyeyê lihevkirineke prensîbî pêk hatiye. Lêbelê, wî destnîşan kir ku hûrgiliyên peymanê hîn jî bêne qedandin. Hikûmeta Şamê dixwaze HSD were fesihkirin û şervanên wê bi artêşa Sûriyeyê re bibin yek, lê HSD modela xwe ya ewlehiya herêmî û zincîra fermandariyê diparêze.
Rêveberiya Nenavendî û mafên Kurdan
Ebdî got ku ji bo aramî û aştiyeke mayînde li Sûriyeyê, rêveberiyeke nenavendî şert e. Wî bal kişand ser giringiya naskirina mafên çandî û siyasî yên Kurdan, wekheviya zayendî û parastina mafên kêmneteweyên olî.
Xwefesihkirina PKKyê û banga ji Tirkiyeyê re
Ebdî biryara xwe-fesihkirina PKKyê weke "gaveke dîrokî" pênase kir û got ku ev yek ji bo Kurdan qonaxeke nû ya aştiyê vedike. Wî diyar kir ku piştî vê biryarê, li Rojavayê Kurdistanê agirbestek hate ragihandin û êrîşên Tirkiyeyê gelekî kêm bûne. Ebdî ji Tirkiyeyê xwest ku helwêsta xwe ya li dijî Rojavayê Kurdistanê biguherîne û got ku HSDyê tu carî gef li Tirkiyeyê nexwariye, berevajî vê, li dijî DAIŞê ewlehiya sînoran parastiye.
Danûstandinên Parîsê didomin
Ebdî ragihand ku bi navbeynkariya Fransayê, danûstandin li Parîsê berdewam in ji bo cîbicîkirina peymana yekkirina HSDyê, artêşa Sûriyeyê û saziyên rêveberiya xweser.
Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.




