Azerbêcanê ji bo Sûriyeyê dest bi hinardekirina gaza xwezayî kir

PeyamaKurd – Di çarçoveya piştgiriya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de, Azerbaycanê hinardekirina gaza xwezayî bo vî welatî dest pê kir. Bi vê gavê, tê çaverêkirin ku demjimêrên dabînkirina elektirîkê li Sûriyê ji 3-4 saetan derkeve 10 saetan rojane.
Îro, 2ê Tebaxa 2025an, hinardekirina gaza xwezayî ji Azerbaycanê bo Sûriyê bi fermî bi rêya boriya Kîlîs-Helebê dest pê kir. Merasîma destpêkê li bajarê Kîlîsê yê Tirkiyeyê, bi beşdariya wezîrên enerjiyê yên Tirkiye, Sûriye, Qeter û Azerbaycanê pêk hat.
Rojane 6 milyon metre sêcar gaz dê bi vê boriyê were şandin, ku salane digihîje 2 milyar m³.
Ev gaz dê ji bo wargeha elektirîkê ya Halebê, ku bi gaza xwezayî dixebite û dikanî 1200 megawat elektirîk hilberîne, were bikaranîn.Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê, Mihemed Beşîr ji ajansa SANAyê re diyar kir ku di qonaxa yekem de rojane 3.4 milyon m³ gaz dê ji Azerbêcanê bi rêya Tirkiyeyê bigihîje Halebê. Wî got, "Ev yek dê nêzî 900 megawat elektirîk hilberîne û piştgiriyeke mezin e ji bo sektora enerjiyê ya Sûriyê."
Ev gav piştî dawîhatina şerê 14 salan û rûxandina rejîma Beşar Esed di Berçileya borî de tê. Şerê demdirêj binesaziya elektirîkê ya Sûriyê têk biribû, ku rojane li piraniya welat elektirîk zêdetirî 20 saetan qut dibû.
Di Gulana 2025an de, Tirkiye û Sûriye li ser şandina gazê bi rêya boriya Kîlîs-Helebê li hev kiribûn. Azerbêcana ku welatekî dewlemend ê gazê ye, hevpeymana kevn a Tirkiyeyê ye û Tirkiye jî têkiliyên xwe yên nêzîk bi hikûmeta demkî ya Sûriyey re xurt kiriye.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




